Duh 23 hezar û 846 kes bi Covid-19ê ketine, 257 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 314 hezar û 793 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 846 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 257 kes jî mirine, 685 hezar û 318 doz derzî hatine kirine.