Duh 6 hezar û 818 kes bi Covid-19ê ketine, 167 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 175 hezar û 133 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 818 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 167 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 175 hezar û 133 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 818 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 761 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 164 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 218 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 162 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 399 hezar û 781e.
Her weha 24 hezar û 328 kes mirine. 2 mîlyon û 277 hezar û 987 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.