Projeyên ku berdewam dikin
* BIA-3 "Ji bo Mafan Nûçegîhanî, Ji bo Nûçegîhanan Azadî"
Armanca Projeyê:Ji bo feraseta bo mafan ragihandin û nûçegîhanî re pişgirîdayîn.
Di çarçoveya projeyê de çalakiyên pêkhatî: Malpera nûçeyan ya Bianetê, Raporên Çavdêriya li Medyayê, Bernameya ji Dibistanê ber bi Navenda Nûçeyan, Pirtûkên BIAyê.
Serdema projeyê: 2007-2010
Butçeya projeyê: 747.887 Euro
Saziyên ku piştgirî didin projeyê: Yekitiya Ewropayê, Delegasyona Tirkiyeyê ya Komîsyona Ewropayê , Ajansa Pêşketina Netewî ya Swêdê.
Derbarê projeyê de ji bo agahiyên berfireh li vir binêrin.
Projeyên ku bi dawî bûne:
* - Pêşxistina Bianetê
Di çarçoveya projeyê de çalakiyên pêkhatî: Di warê naverok û fînansî de sîteya nûçeyan a Bianetê hat pêşxistin û xurtkirin. Di vê çarçoveyê de, di navbera salên 2007-2010an de 120 rojnamegerên herêmî yên ji 7 herêmên cuda ên Tirkiyeyê, di mijarên etîka nûçegîhaniyê, nivîsandina nûçeyan û wênêkêşiya bo nûçeyê de hatin perwerdekirin.
Projenin süresi: 2007-2009
Projenin bütçesi: 141.200 Euro
Projeyi destekleyen kuruluş: Press Now
Derbarê projeyê de ji bo agahiyên berfireh li vir binêrin.
* - BIA2: "Azabûna Çapemeniyê, Rojnamegeriya Serbixwe, Şopandin û Tevna Nûçeyan"”
Armanca Projeyê: Ji bo medyaya herêmî piştgirîdayîn, şopandina îxlalên di warê azadiya xweîfadekirinê, ji bo nûçeyên derbarê mafên jinan, zarokan û tevahiya mafên mirovan di medyayê de cih bigre pûtedayîn, pêşxistina derfetên rojnamegeriyê, di nav civakê de têgihiştina feraseta etîkê.
Di çarçoveya projeyê de çalakiyên pêkhatî: Sîteya Nûçeyan a Bianetê, Raporên Çavdêriya li Medyayê, bo medyaya herêmî û sazîyên mafî xebatên perwerdehiyê, ji bo medyaya herêmî alîkariya hiqûqî, ji bo piştgiriya medyaya herêmî amadekirina bernameyên radyoyê, Foruma Medyaya Serbixwe ya Navneteweyî.
Serdema Projeyê: 2003- 2006
Butçeya Projeyê: 1.072.200 Euro
Saziyên ku piştgirî didin projeyê:
Însiyatîfa Demokrasî û Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê
Chrest Foundation
Friedrich Ebertê (Almanya-İstanbul)
Konsulxaneya Swêdê ya Stenbolê
Konsulxaneya Danîmarkayê ya Enqereyê
KAGIDER (Komaleya Jinên Peyan a Tirkiyeyê)
Fona Nufûsê ya Neteweyên Yekbûyî - Tirkiye (UNFPA)
Fona Nufûsê ya Neteweyên Yekbûyî - Tirkiye (UNFPA)
* - BIA: Tevna Raghandina Serbixwe
Armanca Projeyê: Ji bo azadiya çapemeniyê û rojnamegeriya serbixwe bişopîne û biparêze, tevnekê li seranserê welêt ava bike.
Di çarçoveya projeyê de çalakiyên pêkhatî: Malpera nûçeyan a bianetê, xebatên perwerdeyê yên ji bo medyaya herêmî, alîkariya hiqûqî ya ji bo medyaya herêmî, programên radyoyê yên ji bo medyaya herêmî bikar bîne
Serdema Projeyê: 2001 – 2003
Butçeya Projeyê: 564.364,79 Euro
Saziyên ku piştgirî dan projeyê:
Programa Di Navbera Welatên Ewropa û Deryaspî de Pêşxistina Têkiliyên Aborî û Civakî- Yekîtiya Ewropayê (MEDA)
Weqfa Heinrich Bollê
Yekîtiya Odeyên Endazyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB)
Yekîtiya Bêjîşkên Tirk (TTB)
Derbarê projeyê de ji bo agahiyên berfireh li vir binêrin.
* - "Li welatên Deryasipî, di temenê 20î de jinbûn"
Ji Tirkiye, Cezayîr, Îtalya, Liblan, Spanya, Misir, Fransa, Fas û Filîstînê gelek rojnamegerên jin bi nûçe/nivîsan bo vegotina 'Di temenê 20î de jinên li Deryaspiyê' bi rê ketin.
Gelek rojnameger bi pêşengiya bianet, babelmed.net ku navenda wê li Romayê ye, ji Barcelonayê kovara Akfar/Ideas û ji Beyrûtê rojnameya L'Orient Le jourê û bi piştgiriya Weqfa Anna Lindhtê, IEMed (Enstituya Deryaspî-Ewropa) û Weqfa Friederich Ebertê de di 5/6ê Sibatê de li Barcelonayê civiyan
“Rojnamegerên ku hatin cem hev, bi mijara 'Di medyayê de temsîlkirina jinê' civînek vekirî jî li dar xistin û mijar û naveroka xebata xwe jî diyar kirin. Xebatên hat kirin ewil di bianet, babelmed, Akfar/Ideas ve L’Orient Le jourê de hatin weşandin.
Saziyên ku piştgirî dan projeyê:
Navê saziyên ku ji sala 1997an vir ve ji projeyên ku Weqfa Ragihandinê ya IPSê pêktîne re piştgiriya madî didin
Delegasyona Tirkiyeyê ya YE û KEyê
Însiyatîfa Demokrasî û Mafê Mirovan ya Yekîtiya Ewropayê (EIHDR)
EuropeAidFona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî - EuropeAid (UNICEF)
Fona Nufûsê ya Neteweyên Yekbûyî - Tirkiye (UNFPA)
Konsulxaneya Danîmarkayê ya Enqereyê
Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Swêdê (SIDA)