Duh hezar û 632 kes bi Covîd-19ê ketine û 62 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 338 hezar û 779 kes bi Covîd-19ê ketine û 8 hezar û 957 kes jî pê mirine.
.jpg)
Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 632 kesên din peyda bûye. 62 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 957an. Her weha hezar û 314 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 114 hezar û 992 kesan hatiye kirin.
Heta niha 11 mîlyon û 846 hezar û 342 test hatiye çêkirin. 338 hezar û 779 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 957 kes jî pê mirine.
Heta niha 296 hezar û 972 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.9ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 416ye. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.