Duh 31 hezar û 712 kes bi Covid-19ê ketine, 217 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 204 hezar û 411 kesan hatine kirin û di encamê de testa 31 hezar û 712 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 217 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 204 hezar û 411 kesan hatine kirin û di encamê de testa 31 hezar û 712 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 213 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 217 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 846 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 901 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 558 hezar û 517e. Her weha 15 hezar û 531 kes mirine. 447 hezar û 361 kes jî baş bûne. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.