Duh 19 hezar û 256 kes bi Covid-19ê ketine, 251 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 192 hezar û 316 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 256 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 251 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 192 hezar û 316 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 256 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 309 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 251 kes bi nexweşiyê mirine. 32 hezar û 110 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 8 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 62 hezar û 960e.
Her weha 18 hezar û 601 kes mirine. Mîlyon û 866 hezar û 815 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.