Fotograf: Reuters
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) aşkere kiriye ku di 24 saetên dawî de hejmara herî bilind ya pêketinên vîrusa koronayê ya rojane hatiye tomar kirin.
WHOyê destnîşan kiriye, ku li seranserê cîhanê di rojekê de 338 hezar 779 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tespîtkirin.
WHO dîyar kiriye ku zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa koronayê herî zêde li Hîndistan, Amerîka û Brezîlyayê hatiye dîtin. Li Hîndistanê 78 hezar û 524, li Brezîlyayê 41 hezar û 906 û li Amerîkayê 38 hezar û 904 pêketên nû hatine tespit kirin.
Rekora li ser hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona ya rojane di 2yê Çiriya Pêşiyê de weke 33 hezar û 340 nexweş hatibû tomar kirin.
li gorî agahîyên dawî yên ku Zanîngeha Johns Hopkinsî
berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 36 mîlyon û 372 hezar û 696 kes bi vîrusa koronayê ketine û milyon û 59 hezar û 65 kes jî pê mirine.(AY)
Çavkanî: dengê amerîka