Duh 26 hezar û 919 kes bi Covid-19ê ketine, 218 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 181 hezar û 199 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 919 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 218 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 181 hezar û 199 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 919 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 5 hezar û 103 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 218 kes bi nexweşiyê mirine. 22 hezar û 215 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 973 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan mîlyon û 836 hezar û 728e. Her weha 16 hezar û 417 kes mirine. Mîlyon û 603 hezar û 780 kes jî baş bûne. (RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.