Duh 30 hezar û 402 kes bi Covid-19ê ketine, 195 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 174 hezar û 761 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 402 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 195 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 174 hezar û 761 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 402 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 93 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 195 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 11 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 805 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 539 hezar û 291 e. Her weha 14 hezar û 900 kes mirine. 431 hezar û 253 kes jî baş bûne. (RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.