Duh hezar û 815 kes bi Covîd-19ê ketine û 72 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 347 hezar û 493 kes bi Covîd-19ê ketine û 9 hezar û 296 kes jî pê mirine

Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 815 kesên din peyda bûye. 72 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 296an. Her weha hezar û 401 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 101 hezar û 403 kesan hatiye kirin.
Heta niha 12 mîlyon û 306 hezar û 909 test hatiye çêkirin. 347 hezar û 493 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 296 kes jî pê mirine.
Heta niha 304 hezar û 003 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.9ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 427ye. (RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.