Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hezar û 137 kes bi Covid-19ê ketine û 26 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de hezar û 137 kes bi Covîd-19ê ketine û 26 kes jî pê mirine.
.jpg)
Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 137 kesên din peyda bûye. 26 kes jî mirine. Her weha 513 nexweş jî baş bûne.
Di rojekê de test ji bo 6 hezar û 933 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 78 hezar û 216 kes nexweş ketine. 2 hezar û 509 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 43 hezar û 858e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.