Duh 2 hezar û 391 kes bi Covîd-19ê ketine û 77 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 384 hezar û 509 kes bi Covîd-19ê ketine û 10 hezar û 558 kes jî pê mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 391 kesên din peyda bûye. 77 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 558an. Her weha hezar û 841 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 144 hezar û 416 kesan hatiye kirin.
Heta niha 14 mîlyon û 554 hezar û 923 test hatiye çêkirin. 384 hezar û 509 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 558 kes jî pê mirine.
Heta niha 330 hezar û 665 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 4.7e û hejmara nexweşên giran jî 2 hezar û 464e. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.