Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 997 kes bi Covid-19ê ketine û 33 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de 997 kes bi Covîd-19ê ketine û 33 kes jî pê mirine.
.jpg)
Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 997 kesên din peyda bûye. 33 kes jî mirine. Her weha 430 nexweş jî baş bûne.
Di rojekê de test ji bo 6 hezar û 786 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 687 hezar û 472 test hatine çêkirin
Li gorî daneyan heta niha 82 hezar û 605 kes nexweş ketine. 2 hezar û 616 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 51 hezar û 680e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.