Duh 2 hezar û 102 kes bi Covîd-19ê ketine û 71 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 355 hezar û 528 kes bi Covîd-19ê ketine û 9 hezar û 584 kes jî pê mirine
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 102 kesên din peyda bûye. 71 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 584an. Her weha hezar û 581 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 117 hezar û 198 kesan hatiye kirin.
Heta niha 12 mîlyon û 876 hezar û 267 test hatiye çêkirin. 355 hezar û 528 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 584 kes jî pê mirine.
Heta niha 310 hezar û 27 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.6e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 599e. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.