Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 209 kesên din peyda bûye. 76 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 950yan. Her weha hezar û 511 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 127 hezar û 651 kesan hatiye kirin.
Heta niha 13 mîlyon û 478 hezar û 452 test hatiye çêkirin. 366 hezar û 208 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 950 kes jî pê mirine.
Heta niha 317 hezar û 519 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.0e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 827e. (EKN/AY)