Duh 40 hezar û 444 kes bi Covid-19ê ketine, 341 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 283 hezar û 261 kesan hatine kirin û di encamê de testa 40 hezar û 444 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 341 kes jî mirine.
.jpeg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 283 hezar û 261 kesan hatine kirin û di encamê de testa 40 hezar û 444 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 728 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 341 kes bi nexweşiyê mirine. 45 hezar û 198 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 558 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 751 hezar û 26e.
Her weha 39 hezar û 398 kes mirine. 4 mîlyon û 212 hezar û 461 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.