Duh 32 hezar û 137 kes bi Covid-19ê ketine, 203 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 196 hezar û 902 kesan hatine kirin û di encamê de testa 32 hezar û 137 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 203 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 196 hezar û 902 kesan hatine kirin û di encamê de testa 32 hezar û 137 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 420 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 203 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 17 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 836 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 545 hezar û 711 e. Her weha 15 hezar û 103 kes mirine. 436 hezar û 270 kes jî baş bûne. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.