TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 88
3 zarokên sûriyeyî mirine
Diyar bûye ku bavê zarokan sala par miriye û dayîka zarokan jî bi tena serê xwe bi zarokên xwe re dijîya.
23 Çile 2023
Roza Tûmaya 15 salî li Amedê ji bo mafên zarokan pêşengeheke wêneyan vekir
Roza Tumayê ku bala xwe daye ser jiyana zarokên neçar dimînin bixebitin, li kolanên Amedê wêneyên van zarokan girtiye.
23 Çile 2023
Roza Yiğit
Alphabet, şîrketa serekî ya Googleyê wê 12 hezar karmendên xwe ji kar derbixe
Biryara ji kar derxistinê ya şîrketa Alphabetê dê bandorê li ser ji sedî 6ê xebatkarên wê yên li seranserê cîhanê bike. Ev biryara şîrketê heta niha biryara herî mezin a ji kar derxistinê ye.
20 Çile 2023
Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de 905 caran maf hatine binpêkirin
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê yê ÎHDyê, li girtîgehên Herêma Marmarayê, di 3 mehan de 6 girtî mirine ku 4 ji wan hîna di girtîgehê de bûn, 2 ji wan jî piştî serbestbûnê bi çend rojan mirine.
20 Çile 2023
“Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de mixatab diyar in”
Parlamenterê HDPê Ocalan diyar kiriye û gotiye, “Ji bo rijandina xwînê raweste, pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe û rewşa welat asayî bibe di serî de divê pirsgirêk bi muxataban re bê nîqaşkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin.”
20 Çile 2023
“Bila partiyên mixalefetê namzetekî diyar nekin, piştgiriya namzetê/a me bikin”
Hevseroka Giştî ya HDPyê Bûldanê got: “Ez bi ti şêweyî tevlî wan gotegotan nabim ku dibêjin, namzetê/a me wê bi kêrî AKPyê bê. Berovajî wê, mîna her carê, em ji bo rejîma AKPyê bidawî bikin, têk bibin demeke dirêje têkoşînekê didin.”
20 Çile 2023
Ruken Tuncel
Doza Vartînîsê bê bersûc dewam dike
Dadgeha Bilind biryar dabû ku Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê navçeyê yê wê demê fermana qetlîama Vartînîsê daye. Ji 21ê Ilona 2021ê pê ve li Karaoglû digerin.
20 Çile 2023
Ji ber êrîşa li Mêrdînê pêk hatiye, 2 kesên din hatine desteserkirin
Ji ber êrîşa ku li Mêrdînê pêk hatiye, du gûmanbarên din jî hatine desteserkirin. Li Mêrdînê li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û 5 kesên ji Dihokê can dabûn.
20 Çile 2023
Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye
Rojnameger Sînan Aygul li ser giliyê Vahît Kîler, Parlamenterê Bedlîsê yê AKPê hatibû desteserkirin. Aygul gotiye, “Heta ku neheqî, bêhiqûqî û gendeltî hebe ez ê bêdeng nebim.”
20 Çile 2023
Vê hefteyê 8 fîlmên nû wê bên nîşandan
Li salonên sînemayê vê hefteyê sê jê xwemalî, 8 fîlmên nû wê bên nîşandan.
20 Çile 2023
Parlamentoya Almanyayê: Sûcên li dijî Êzidiyan hatine kirin, komkujî ye
Parlamentoya Federal a Almanyayê pêşnûmeya ku sûcên DAIŞê di sala 2014an de li dijî êzidiyan kiriye weke “komkujî” penase dike, qebûl kiriye.
19 Çile 2023
Hrant Dînk hate bibîranîn
Derhêner Emîn Alperî metna bernameya yadkirinê ya 16an xwend û got: "Dîsa dilê me xemgîn e, em dibînin ku ew tarîtiya kujeran ava dike qet belav nebûye lê her diçe tarîtir bûye. 16 sal in hevalê me li ser vê peyareyê razaye.
19 Çile 2023
Ruken Tuncel
Li Mêrdînê di êrîşekê de 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hatine kuştin
Walîtiya Mêrdînê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku 4 kes bi tawana vê bûyerê hatine desteserkirin.
19 Çile 2023
Li Wanê ji ber germayê, hişkesaliyeke gelekî zêde heye
Par ji ber sermayê ajal ji axuran nehatibûn derxistin lê îsal di heman mehan de, ajal li mêrgan diçêrin.
19 Çile 2023
Li Afganistanê ji ber berf û seqemê herî kêm 70 kes mirine
Wezareta Karesatên Xwezayî ya Hikûmeta Demkî ya Talîbanê ragihandiye ku hejmara kesên ku ji ber barîna berfê û hewaya sar a ku ji 10ê Kanûna Paşiyê û vir ve li welêt bi bandor bûye mirine derketiye 70an.
19 Çile 2023
Serokomarê Iraqê: Heta Tirkiye sînorên me binpê bikin rewşeke asayî pêk nayê
Serokomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd gotiye: “Hebûna Tirkiyeyê ya li nav sînorên me; gelekî zêde ye, gelekî berbiçav e û nayê qebûlkirin."
19 Çile 2023
Tîma Gençlerbirligiyê ji ber ku kurd e peymana futbolîstekî xwe betal kiriye
Tîma Gençlerbirligiyê duh bi futbolîstê kurd Rodîn Cem Depremî re peyman îmze kiriye û îro ew peyman betal kiriye.
18 Çile 2023
Ruken Tuncel
Ji bo Mûsa O. derbarê rojnameger Gayipê de 3 caran lêpirsîn hatiye vekirin
Pinar Gayip, Edîtora ETHAyê gotiye, “Her dema ku daraza mêr sûcdaran diparêze, dixwaze rojnamegerên ku qala kirinên mêran dikin bêdeng bike. Vekirina 3 lêpirsînan li ser heman mijarê tê wê wateyê ku çavê me li ser te ye. Ez ê karê xwe bidomînim."
18 Çile 2023
Evrim Kepenek
Malbata Şenyaşar: Girînge ku daxwaza guhdarkirina şahidan hatiye pesendkirin
Ferît Şenyaşar diyar kiriye ku qebûlkirina daxwaza guhdarkirina şahidan di danişîna duh de erênî ye û her weha Şenyaşarî destnîşan kiriye û gotiye heta ku birayê wî yê girtî neyê berdan ew ê li ber edliyeyê bin.
18 Çile 2023
Ji ber bi kurdî silav daye, siyasetmedarê girtî ceza kirine
Ûgûr dema ji Girtîgeha Amedê birine nexweşxaneyê bi kurdî silav daye hevaleke xwe û ji ber vê jî ew derman nekirine. Her weha ceza dane wî ku wê mehekê nikaribe beşdarî bernameyên sporê û sohbetkirinê bibe.
18 Çile 2023
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di sala 2022an de li cîhanê 86 rojnameger hatine kuştin
Li gorî rapora Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, welatên ku di sala 2022an de herî zêde rojnameger lê hatiye kuştin Meksîka û Ûkrayna ye. Li gorî raporê li Meksîkayê 19 û li Ûkraynayê 10 rojnameger hatine kuştin.
18 Çile 2023
9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li derhênera Îranî Mujgan Îlanlûyê biriye
Dadgeha Şoreşê ya Îranê 9 bi sedema ku piştgirî daye protestoyên piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê destpê kirine, 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê daye derhêner Mujgan Îlanlûyê. Her weha wê 74 qemçî li Îlanlûyê bixin.
18 Çile 2023
Ji ber kuştina bigûman a li girtîgehê doz vebûye
Ji ber mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyî, bi tohmeta ku “karê xwe baş nekirine” doz li 5 gardiyanên Girtîgeha Aydinê vekirine.
17 Çile 2023
Li Swîsreyê kurdek bûye Serokê Meclîsa Kantona Baselê
Meclisa Kantona Baselê ya li Swîsreyê, kurdê bi navê Bulent Pekerman ku ji bajarê Konyayê ye û endamê Partiya Kesk a Lîberal (GLP) e weke serokê nû yê meclîsê hilbijartiye
17 Çile 2023
Bûldan: Em ê namzeta/ê xwe ya/yê serokomariyê di demeke nêz de aşkere bikin
Hevseroka Giştî ya HDPyê Bûldanê gotiye: “Em di têkoşînê de hene, di berxwedanê de hene, di siyasetê de hene, di pêşbirkê de hene. Em di Serokomariyê de jî hene. Em di îdiaya birêvebirina welêt de jî hene.”
17 Çile 2023
Dadgehê ceza li polîsê ku Kemal Kûrkût kuştiye nebiriye
Serdar Çelebî, parêzerê malbata Kûrkût gotiye, “Darizîneke ji rêzêye ye ku faîl polîs e û kuştî jî Kurd e,”
17 Çile 2023
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Hrant Dînk wê di salvegera 16an a kuştina wî de bê bibîranîn
Berpirsê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera 16an kuştina wî de wê li cihê lê hatiye kuştin bê bibîranîn.
17 Çile 2023
"Li Londonê zêdetirî 800 polîs ji ber giliyên tacîz û tûndkariyê têne lêkolîn kirin"
Serkomîserê Dezgeha Polîsan ê Londonê Rowley piştî polêsek li xwe mikur hat ku herî kêm 49 caran sûcê êrişa zayendi kiriye, daxuyanî daye û gotiye: "Me xedariya ku li dijî sûcdaran pêkanî li dijî kesên di nav xwe de pêkneanî."
17 Çile 2023
Parêzeran serî li CPTyê daye: Rapora Îmraliyê aşkere bikin
Parêzerên Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî, careke din serî li CPTyê daye û xwestiye rapora derbarê serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê de aşkere bikin. Zêdetirî 21 meh in ti agahî ji Ocalanî nîne.
17 Çile 2023
Pêşniyarnameya têkildarî hestiyên li Zîlanê nehatiye qebûlkirin
Pêşniyarnameya têkildarî hestiyên ku li Geliyê Zîlanê derketibû holê ya Parlamenterê Wanê yê HDPê Tayîp Temel weke “gotinên nexweş” nirxandine û qebûl nekirine.
16 Çile 2023
Li Amedê karkerên firinan çalakiyek li dar xistiye
Di dema çalakiyê de karkeran xwestiye Serokê Odeya Firinvanan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci dest ji wezîfeya xwe berde.
16 Çile 2023
HDPyê serî li Dadgeha Destûrî daye: Bila doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê
Sancarî gotiye ku ji bo doza girtinê wan îro serlêdaneke din li Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye û xwestiye ku dadgehkirin bila bimîne piştî hilbijartinê.
16 Çile 2023
1
...
86
87
88
89
90
...
97
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver