Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku derbarê HDPê de doza girtine heye bi navê xwe beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê nabe. HDPê biryar dabû ku wê di lîsteya Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinê bibe. Her weha Lijneya Bilind ya Hilbijartinê(YSK) biryar daye ku nûnerên HDPê nikare di komîsyonên sindoqan de cih bigire.
Li gorî nûçeya Fevzî Çakir ku li Haberturkê de weşiyaye nûnerê MHPê yê YSKyê parêzer Kurşat Turker Ercan, daxwaznameyek pêşkêşî Lijneyê kiriye û gotiye: “Piştî radestkirina lîsteyan eşkere bû ku HDP beşdarî hilbijartinê nabe. Ji ber wê divê nûnerên HDPê di hilbijartinên 14ê Gulanê de di komîsyonên sindoqan de cih negrin.”
Herwiha HDPê jî derbarê rewşa komîsyonên sindoqan de nêrîna Lijneya Bilind Hilbijartinan pirsîye. Lijneyê li ser daxwazên partiyan ragihandiye ku ji ber beşdarî hilbijartinê nabe HDP nikare di komîsyonên hilbijartinê de cih bigire.
Li gor Yasaya Partiyên Siyasî, li nav welat nûnerên 5 partiyên yekem ên hilbijartinên dawî di komîsyonên sindoqan de cih digrin û herwiha li derveyî welat jî nûnerên 3 partiyên yekem di komîsyonên sindoqan de cih digrin.
Li gor biryara YSKyê di sindoqên derveyî welat de, ji ber di hilbijartinên 2018an partiya çarem bû, dê nûnerên MHPê li şûna nûnerên HDPê bên erkdarkirin.
(VC/AY)