Li Antalyayê 7 kes ji ber Newrozê hatine desteserkirin
Li Antalyayê 7 kes ji ber ku tevlî Newrozê bûne û slogan avêtine hatine desteserkirin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê bi îdiaya ku di pîrozbahiya Newrozê de slogan avêtine û "propagandaya rêxistina terorê kirine" derbarê 7 kesan de lêpirsîn daye destpêkirin. Newroza Antalyayê di 19ê Adarê de li ber Salona Spora ya Tûrgût Ozalî hatibû lidarxistin.
Di çarçoveya lêpirsînê de vê sibehê di serdegirtina malan de 7 kes hatin desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 7 kesên ku hatine desteserkirin wê bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" li emniyetê îfadeyê bidin û piştî îfadeyê wê wan bişînin Edlîyeya Antalyayê.(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.