Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Înîsiyatîfa 1000 Jinan a ji bo Girtiyên Jin ên Nexweş, bi ser navê "Nameyek vekirî ji siyasetmedaran re" daxuyaniyek weşandiye.
Jinên ku ji bo mafên jiyanê û yên tenduristiyê yên girtiyên jin ên nexweş têkoşînê dikin, name nivîsandiye.
Beşek ji nameye wiha ye:
“Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan, heta Nîsana 2022yan, li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku rewşa 651 ji wan giran e.
“Bi tenê di sala 2021an de, bi kêmanî 59 girtiyên nexweş mirine ku heft ji wan piştî bicihanîna cezayê wan hatibûn taloqkirin bi demeke kurt miribûn. Di demeke ku rewşa yek ji dîlgirtiyên siyasî Aysel Tûglûkê bilez nebaş dibû, me kampanyeya 1000 jinan a ji bo Aysel Tûglûkê dabû destpêkirin. Ji bo bi sedan girtiyên nexweş li malên xwe, di nava nas û dostên xwe de jiyana xwe berdewam bikin û bên dermankirin û em mafên wan biparêzin em hatin ba hev.
“Bi ked û saya jinên li Tirkiyeyê têkoşînê didin û yên li cihên cüda yên cîhanê piştgiriya vê têkoşînê dikin, Aysel Tûglûk êdî ne di girtîgehê de ye. Lê ew gotina k udi desttpêka vê kampanyayê de me gotibû, hîna jî derbas dibe; em nikarin destûrê bidin ku girtiyên nexweş, li ber çavan neçarî mirinê bikin.
“Mafê jiyanê yê bitendurist ê hemû kesan heye û parastina vî mafî ji bo me hemûyan girîng e. Ger li girtîgehan mafê jiyanê nayê parastin û gef li ser hebe, ger demokrasî û mafên mirovan hatibin cemidandin, li dervejî kes nikare jiyaneke azad û demokratîk berdewam bike.
“Piştî Aysel Tûglûkê niha jî em ji bo dîlgirtiyên din ên jin ên nexweş ên li girtîgehan, têkoşînê dewam dikin. Em dizanin ku îro gelek ji wan bi tene ji ber gotin û çalakiyên xwe yên di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê û ramanê, azadiya civîn û xwenîşandanê de gotine û pêk anîne, dîlgirtiyên siyasî yên desthilata AKP-MHPyê ne. Dîlgirtiyên nexweş yên siyasî piştî azadiya xwe niha jî bi jiyana xwe rastî gefxwarinê tên û dixwazin mixalefeta civakî bi vê rêyê jî çavtirsandî bibe.
“Dewlet berpirsiyak e ku mafê jiyane bitendurist ê hemû girtiyên nexweş biparêze. Nabe ji ber sedemên îdeolojîk cotstandarket bê kirin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest tehliye bibin û di bin çavdêriya xizmên xwe de, di nava şert û mercên bitendurist û bêyî rûmeta mirovahiyê têxin bin lingan, mafê xwe yê dermanbûnê bidest bixin. Em daxwaz yek ji perçeyên bendewariya dahatûyeke demokratîk e û em bibiryarin ku vê têkoşîna xwe ya ji bo dîlgirtiyên jin ên nexweş dewam bikin.
“Piştî demeke kurt li pêş me hilbijartin heye. Him di hilbijartina serokomariyê de him jî di ya parlamentoyê de, biqasî partiyên siyasî û tifaqan, divê mijara dîlgirtiyên nexweş yek bi yek di rojeva namzedan de jî be. Ev pêwistiyeke demokrasiyê ye.” (AÖ/FD)