Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim piştî anjiyoyê dîsa birine hucreyê
Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim 28 sal in di gîrtîgehê de ye û bi gelek nexweşiyên weke dil, KOAH û hişkbûna sih û demaran û hîpertansiyonê re rû bi rû ye. Tevî ku du nexweşxaneyên dewletê gotiye, “rewşa wî ne guncaw e ku di hucreye de bimîne”, piştî anjiyoyê dîsa birine hucreyê.