Girtiyê ku krîza dil derbas kiribû dîsa birin girtîgehê
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çamê ku dilê wî sekinîbû û dihat dermankirin, dîsa birin girtîgehê.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çamê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê tê ragirtin, di 24ê Gulanê de dilê wî sekinîbû û piştre birin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Çam, duh ji beşa çavdêriya nexweşiyên giran hate derxistin û destûr hate dayîn ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê belê destûr nedan ku malbat pê re hevdîtinê bike.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî da zanîn ku li nexweşxaneyê bi Çam re hevdîtin kiriye û jê re gotiye ku 4 demarên wî xitimî ne.
Çam, piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re dîsa şandin Girtîgeha Tîpa T a Qubînê.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2022an de 78, di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de jî 15 girtî mirine.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.