Fotograf: IHD Amed
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) îro bi civîneke bang li hikûmetê kir û got ku daxwazên girtiyan pêk bînin.
Li Amedê li avahiya IHDya Amedê ji bo mijarê civîneke çapemeniyê hatiye lidarxistin. Endama Lijneya Rêvebiriyê ya Şaxê Amedê ya IHDyê Jiyan Ormanliyê metna ku hatiye amadekirin xwendiye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta 1ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê, li 399 girtîgehan 331 hezar û 706 girtî hene û ev hejmar her diçe zêde dibe.
"Ji dawiya sala 2002an heta niha hejmara girtiyên di girtîgehan de 5,6 qat zêde bûne. Hejmara ewqas girtiyan bi serê xwe pirsgirekeke mezin e."
651ê ji giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene
Di daxuyaniyê de behsa binpêkirinên mafên girtiyan kirine:
"Desthilatdariya niha ligel Tîpên Fyê girtîgehên îzolasyontir wekî Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa Syê ava kiriye. Li gorî daneyên Gerînendeya Malên Tewqîf û Cezayê yên Wezareta Dadê niha di Tirkiyeyê de giştî 14 heb tîpa F, 17 heb bi ewledariya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa Syê hene. Bi taybetî di girtîgehên Ewlêdariya Bilind de girtî di odeyên yek kesî de tên girtin, di odeyên wan de cihê hewadariyê tune ne û girtî rojê saetek, saetek û nîv (1-1,5) di cihekî din de derdikevin hewadariyê û mecbûrî dema xwe ya mayî di wê odeya xwe ya yek kesî de diborînin.
"Bi pêkanîna Tîpa F, Tîpa S û girtîgehên Ewledariyên Bilind pispor û parazvanên mafan ku desthilatdariya siyasî hişyar dikirin mafdar derketin, girtiyên di van girtîgehan de tên girtin di serî de mafên wan ên jiyanê, mafên wan ên tendurîstî,mafên rêzdariya jiyana taybet û malbatê, mafên ragihandin û hevdîtina parêzaran her tim tê îxlalkirin pêkanînên dijberî qanûna înfazê derdikeve holê. Li hemberî van pêkanînan girtî li hiqûqa navîn û DMMEyê doz vekirine digel ku bi sedan biryarên erenî hebin jî îxlalên bûne mijara dozan bêyî bi dawî werin em dibînin her roja diçe ev îxlal zêdetir dibin. Girtî ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata netewî û navnetewî bikarbînin gelek caran, mecbûr mane çalakiyên greva birçîbûnê, xweşewitandine û xwekuştinê pêk bînin, di encama van çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, gelek girtî jî ji ber van çalakiyan nexweşiyên mayînde jiyane. Herî dawî em ji çapemeniyê hîn bûn ku girtiyê bi navê Yakup BURUKANLI ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de xwe şewitandiye û rewşa wî xeter e. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan careke din bangawazî dikin bila girtî çalakiyên jiyanî pêk neînîn û desthilatdara siyasî jî ji bo daxwazên girtiyan pêk were polîtikayan biafirîne.
"Qasî komeleya me tespît kiriye ji 29ê Nîsana 2022an ve di girtigehên Tirkiyeyê de 651 heb girtiyên nexweş ên giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Bi taybetî girtîyên nexweşiyên wan giran bûne û nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomînin her roja wan a girtîgehê ji bo wan û malbata wan tê wateya îxlalkirina qedexeya îşkence û miameleya xirab. Nexweşiyên girtiyan yên ji ewilî yan jî yên piştre dest pê kirine bi sedema mercên girtîgehê û ne tedawîkirina bi rêk û pêk pêşve diçe û îxlala mafê jiyanê derdixe holê. Biryara taloqkirina cezayên nexweşên giran ên ku gihiştîne asta xeteriyê ji hêla dozgeriyê ve bi xemgînî em dikarin bibêjin bê wate ye.
Di sala 2022yê de 70 girtî mirine
"Serlêderên komeleya me û girtîyên di lîsteya nexweşan de bûn girtiyên bi navê Bedri Çakmak û Ehettin Kaya ji ber nexweşiyên xwe cezayên wan hatine taloqkirin û hatine berdan lê demeke kin piştî tehliya xwe jiyana xwe ji dest dane. Îxlalên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên jiyîn bi guherînên zagonî, perwerdehiya erkdaran û bi venêrîneke baş dikare pêşî lê were girtin. Di sala 2022an de 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ev yek nîşan dide divê pêkanînên girtîgehên Tirkiyeyê bi lezgînî werin guhertin."
"Piştî Wezîrê Dadê Bekir BOZDAG got dê di rewşa girtiyên nexweş de sazkirinên zagonî pêk were, me wekî Komeleya Mafên Mirovan bi pêşniyar û dîtinên xwe yên li ser mijarê û pêşniyarên guherînên di derheqê hikmê mewzûatê de raporeke bi hûrgulî amade kir vê raporê me hem pêşkeşî partiyên siyasî hem jî pêşkeşî raya giştî kiribûn. Beriya Wezirê Dadê û desthilatdarî di derheqê girtiyên nexweş de guherînên zagonî pêk bînin ji xebatên saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan sûd bigrin û xebateke zagonî bi van saziyan re pêk bînin ew ê derfeta çareseriya mijarê pêk were. Em dixwazin wekî Komeleya Mafên Mirovan careke din diyar bikin di derheqê guherîna zagonî de em bi zanîn, belge û raporên di destê xwe de dikarin peywir bigirin.
"Di dawiyê de em dixwazin mijara ku her tim bal dikşînin li ser dîsa bal bikşînin. Hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de di bin venêrîn û berpirsiyariya dewletê de ne. Di mijara mafê jiyanê, nedîtina îşkenceyê, rêzdariya jiyana taybet û malbatê, ragihandin û ji bo bikaranîna hemû mafên mirovan divê dewlet pêşgiriyên pêwîst bigire û di derheqê kesên van mafan îxlal dikin de darizandinên bi bandor pêk bîne. Bi vê sedemê ji bo îxlalên mafan ên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên jiyîn biqede divê dev ji polîtîkayên ewlêdariyê were berdan û divê hişmendiyeke li gorî rêzika gerdûnî û mafê mirovan bikeve merîyetê." (FD)