Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Dîlokê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî daye.
Li gorî nûçeya MAyê, li ser navê parêzerên ku pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî" vekirine, Hevserokê Şaxa OHDya Dîlokê Mustafa Yalçin daxuyanî daye.
Yalçinî weha gotiye:
“An tabût ji girtîgehan derdikevin an jî girtî piştî ku tên berdan di demeke kurt de dimirin. Herî dawî Emel Haceroglû ya li Girtîgeha Jinan a Amedê miribû. Hatibû fêmkirin ku ji ber dereng birine nexweşxaneyê miriye.”
“Dîsa Nevzat Çapkinê ku di demeke nêz de ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê tehliye bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miriye.
“Ji bilî vê agahiyên mirina gelek girtiyên din ên wekî Zûlfu Yildirim ji Girtîgeha Elezîzê, Bazo Yilmaz ji Girtîgeha Rihayê, Mehmet Candemîr ji Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeya Gîresûnê hatin girtin.”
“Tenê di sala 2022an de daneyên têkildarî mirina 50 girtiyên nexweş mînaka herî şênber a biryarên ku di derbarê girtiyên nexweş de nehatine girtin an dereng mane ye."
Yalçin diyar kiriye ku girtîgehên Tirkiyeyê ji bo girtiyên nexweş gefeke cidî ye û weha pêde çûye:
“Tevî gelek serlêdanên ji bo taloqkirina cezayan, daxuyaniyan û rojeva raya giştî jî Mehmet Emîn Ozkan, Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din nehatine tehliyekirin.
(AS/AY)