Li Mereşê bi pileya 7,4ê erd hejiyaye
Navenda erdhejê navçeya Mereş, Pazarcix e û mezinahiya wê 7,4 e. Bandora erdhejê li gelek bajarên derdorê li Rojava, Sûriye, Herêma Kurdistanê ya Iraqê û deverên din jî bûye. AFADê aşkere kiriye ku heta saet 06.30 deqîqeyan li 7 bajaran 76 kes mirine.