Komek welatî li Dîlokê, li ser navê Partiya Vatanê weke endamên Lijneya Sindoqan hatine qeydkirin ku haya wan kesan ji vê mijarê nîne. Piraniya van kesan, hilbijêrên Partiya Çepên Kesk e.
Vê sibehê li Taxa Vatan a Dîlokê hilbijêr dema çûne dengê xwe bidin, hîn bûn ku Partiya Vatanê bi jimareyên wan ên welatîtiyê li gundan wekî peywirdarên sindoqan qeyd kirine. Ji ber vê rewşê, van kesan nekarîbû dengên xwe bikar bînin. Lewra li gorî qanûnê, ew kes li ku wezîfedar bin, divê ew li wir dengên xwe bidin. Li ser vê yeke, parêzerên Partiya Çepên Kesk çûn edliyeyê û îtîraz kirin.
Nûnerê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) yê HDPyê Mehmet Ruştu Tiryakiyî destnîşan kiriye ku Partiya Vatanê li Dîlokê, bêyî haya welatiyan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan.
HDP: Hilbijêrên kal û pîr hatine hilbijartin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku navên nêzî hezar kesî bi vî rengî hatine qeydkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi taybet hilbijêrên ku kal û pîr in û nexwendewar in, nikarin li sindoqên lê qeydkirî ne dengê xwe bidin" hatine qeydkirin. HDPyê destnîşan kiriye ku bi vê gavê re, rê li ber hilbijêrên mixalîf hatiye girtin.
Sevda Karaca: Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Dîlokê Sevda Karaca û Mûrat Sarisaç ên ku li ser banga welatiyên nikarin dengê xwe bidin çûn Dibistana Seretayî ya Kazim Karabekirî ya Taxa Vatanê li vir lêkolîn kir.
Sevda Karacayê got, “Sûcekî eşkere heye. Bêyî haya mirovan jê hebe, wan ji bo Lijneyên sindoqan qeyd bikin, ev sûc e. Partiya Vatanê ji bo ku gel vîna xwe ya siyasî nîşan nede, astengiyek çêkir. Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Ez bang li hêzên opozîsyonê jî dikim da ku xelk dengê xwe bidin. Divê em bi hev re li dijî vî sûcî dengê xwe bidin gel. Berpirsiyariya me ye ku em vê yekê piştrast bikin."
Mûrat Sarisaç: Gelek mirov nikarin îradeya xwe nîşan bidin
Mûras Sarisaçî jî got, “Dema em bi hevalên xwe yên parêzer û rêveber re gihiştin dibistanê, bi sedan kes li ber dibistanê kom bûbûn. Bi tevahî kaosek çêbû. Weke HDP em nikarîbûn bikevin hilbijartinan, ji ber wê jî me nikarîbû rayedarên sindoqan diyar bikin. Lewma maf derbasî partiyên din bû. Partiya Vatanê bêyî kesekî agahdar bikin, bi taybetî bi wergirtina agahiyên nasnameyên dengdêrên me ev tişt kirine û ev yek nîşan dide ku bi dewletê re hevkar e. Wan bi hezaran hilbijêr wek peywirdarên sindoqan destnîşan kirin. Gelek kes nikarin îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bidin. Em hewl didin bi derfetên xwe welatiyên xwe bibin edliyeyê û bi wergirtina belgeya wezîfedarkirinê, wan bigihînin ser sindoqan.”
“Ev polîtîkaya tirsandinê ye”
Parêzer Yûsûf Kartalî jî derbarê mijarê de got, “Endamên Vatanê mafê dengdanê yê welatiyan desteser kirin. Em ê di demên pêş de serlêdana sûc bikin. Banga me ew e ku dev ji dengdanê bernedin. Ev polîtîkaya tirsandinê ye." (JE/FD)