Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêvajoya dengdanê ya ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an saet di 08.00ê de destpê kiriye.
Hilbijêr wê bikaribin heta saet 17.00ê dengên xwe bikar bînin.
Li seranserê Tirkiyeyê li 973 navçe û hezar û 94 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan, 191 hezar û 884 sendoq hatine danîn.
Li nava Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê li ser hev 64 milyon û 114 hezar û 941 hilbijêr hene.
Li nava Tirkiyeyê 4 milyon û 94 hezar û 672 hilbijêr cara pêşiyê wê dengên xwe bidin. Her weha 53 hezar û 172 girtî jî wê bikaribin dengên xwe bidin.
Hilbijêr dikarin bi nasnameyên ku li ser wê jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê hebe, bi nasnameyên ku mohra sar heme, pasaport, karta zewacê, karta leşkeriyê, karta ajokariyê, karta nasnameyê ya pîşeyî ya didin dozger, dadwer û endamên saziyên dadgeha bilind, nasnameya parêzerî an jî noteriyê dengên xwe bidin. Yên yek ji van nasnameyan nedin, wê nikaribin dengên xwe bidin. (AS/FD)