Fotograf: AA
Li Dîlokê heyeta dadgehekê ji 15 kesan, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlokê û 2 endamên meclîsa şaredariyê yên Partiya Gel a Komarî (CHP) jî tê de ji bo 9 kesan biryara girtinê daye.
Roja 14ê Tîrmehê, polîsan li Dîlokê girtibûn ser malan û Mûsa Aydin, Hevserokê HDPyê yê bajêr, hevserokên navçeyên Şahîn û Şehîtkamîlê, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Dîlokê jî tê de 33 kes desteser kiribûn.
Bixwîne - Hevserokê HDPya Dîlokê jî tê de 33 kes hatine desteserkirin
Her wiha endamên meclîsa şaredariyê yên CHPyê jî di nava desteserkiriyan de bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadonuyê duh (16ê Tîrmeha 2020an) piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Emniyetê temam temam bûne, ew birine Edlîyeya Dîlokê. Heyeta dadgehê Aydin û 2 endamên meclîsê yên CHPyê jî tê de ji bo 9 kesan biryara girtinê daye. 6 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye.
Ajansê ragihandibû ku Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê lêpirsînnameyek derbarê PKK/KCKyê de amade kiriye û di encama vê lepirsînnameyê de ew kes hatine desteserkirin. (FD)