Hevserokê HDPya Dîlokê jî tê de 33 kes hatine desteserkirin
Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê lêpirsînnameyek amade kiriye û ji bo vê lêpirsînê Hevserokê HDPyê yê Dîlokê jî tê de 33 kes hatine desteserkirin.

Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dîlokê Mûsa Aydin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê, hevserokên navçeyên Şahîn û Şehitkamîl, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), muxtarên du taxan û parêzerek jî tê de 33 kes hatine desteserkirin.
Ajansa Anadolûyê ragihandiye ku Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê li hemberî endamên PKK/KCKyê lêpirsînnameyek amade kiriye.
Serdozgeriyê di heqê komek kesan de biryara desteserkirinê derxistiye. Polîsan bi ser malan de girtiye û di encamê de 33 kes hatine desteserkirin. (TP/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.