Dadgeha Bilind di doza KCKyê de cezayê 3 parlamenterên HDPyê erê kiriye
Dadgeha Bilind cezayê ku di doza KCKyê de li Pero Dundar, Mûsa Farîsoglûllari û Leyla Guven, parlamenterên HDPyê hatiye birîn, erê kiriye. Di doza KCKyê de bi giştî 118 biryarên cezakirinê hatiye erêkirin, 36 biryar hatine xerakirin.