Elezîz hejiyaye
Navçeya Sivriceyê ya Elezîzê hejiyaye. Bandora wê li Dîlok, Amed û Meletiyê jî kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navçeya Sivriceyê ya Elezîzê hejiyaye. Li gorî amarên Resetxaneya Kandilliyê mezinahiya erdhejê 5.1 e. Lê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) pîleya erdhejê bi hejmara 4.9ê ragihandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Andolûyê, AFADê gotiye ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Bandora erdhejê li Dîlok, Amed, Meletî û bajarên derdorê bûye.
Piştî vê erdhejê erdhejeke din bi pîleya 3.8ê çêbûye.
Waliyê Elezîzê Çetîn Oktay Kaldirimî derbarê erdhejê de daxuyanî daye gotiye: "Ji ber erdhejê kes nemiriye û rewş baş e. Ekîbên Heyva Sor û AFADê çûne gundan. Em rewşê dişopînin." (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.