Fotograf: Jiyan Erkılıç
Di dema erdhejên 6ê Sibatê de li Dîlokê minareyên Mizgefta Kurtuluşê jî hilweşiyan. Mizgeft ji Dêrê veguherandine. Dêra Meryemayê ango St. Mary-yê 130 salî ye û di serdema Komarê de kirine mizgeft.
Erdhejên 6ê Sibatê bi pileya 7,7 û 7,6ê li Mereşê pêk hatin ziyan gîhandin 10 bajaran. Heta niha li gorî hejmarên fermî 46 hezar û 104 mirov mirine. Bi deh hezaran mirov jî birîndar in. Bi sed hezaran avahî hilweşiyan ku di nava wan de çendîn avahiyên dîrokî jî hebûn.
Dêra Saînt Meryemê ango Meryemayê ya Dîlokê jî yek ji wan e. Dêra Meryemayê ya Pîroz di sala 1892an de hatiye çêkirin û di serdema Komarê de bûye mizgeft ku navê Mizgefta Kûrtûlûş lê hatiye kirin.
Bixwîne - "Ka alîkarî? Ez av û nan bi pereyên xwe dikirim"
Dîroknas Murad Uçanerî ji bianet kurdiyê re diyar kir ku avahiya dîrokî di encama restorasyona ne rast de xisar dîtiye.
"Ji ber restorasyon xelet hatiye çêkirin, hilweşiya"
Uçanerî, bal kişand li ser xeletiyên di restorasyona Dêrê a ku niha weke Mizgefta Kurtuluş tê zanîn: “Qubeya Dêra Meryemê ji ber restorasyon xelet hatiye çêçikir, rûxiya. Minareyên li ser qubeyê hilweşiyan. Ev yek ji sembolên Dîlokê ye. Kela Dîlokê çiqas girîng be, Mizgefta Kurtuluş an jî Dêra Meryemayê girîngtir e. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn demê de restorasyon were destpêkirin."
"Divê restorasyon bi hevkariya misilman û ermeniyên Dîlokê bê kirin"
Uçanerê ku xwest ji bo restorasyonê ji pisporan alîkarî bê xwestin û got: “Dilê min li gel wê yekê ye ku restorasyon ji aliyê Mislimanên li vî bajarî û Ermeniyên bi eslê xwe ji Dîlokê ne ve bi hevkarî were kirin. Dûre divê ji nû ve ji gel re bê vekirin. Di hevdîtinên şexsî yên ku min pêk anîn de, ermeniyên bi eslê xwe ji Dîlokê ne û li dîasporayê dijîn, amade ne ku bi her awayî alîkariya madî û manewî bikin."
Ji ber ziyanê, mizgeft heta neyê sererastkirin wê ji îbadetê re neye vekirin û girtî bimîne.
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Îklimê jî ragihandiye, di encama xebatan de li herêmên erdehjê li 830 hezar û 783 avahiyan ziyan gîhiştiye 3 milyon û 273 hezar û 605 yekîneyên serbixwe.