Fotograf: Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Dîlokê Mihemmed Dîp Hûrih, penaberê Sûriyeyî ji ber ku bi cîranê xwe re ji bo parkkirina wesayîtê ketiye gengeşiyê, hatiye kuştin.
M.H.(21), kurxalê Hûrîhî derbarê mijarê de ji rojnameya Evrenselê bi Ercument Akdenîzî re axiviye û gotiye, “Ev gengeşiya destpêkê nîne bi cîranan re pêk tê, berê jî gengeşî çê bûbû. Gotibû gef li min tê xwarin. Duh rehmetî dema wesayîta xwe park dike dîsan ji ber pirsgirêka parkê gengeşî çê dibe. Piştre hat mal. Hevjîna wî ji bo xwarinê jê re dibêje zarok li dervene bang bike bila werin. Ew derket derve û dîsan di navbera wî û cîranan de gengeşî çêbû. Piştre gule bera kurxalê min dane û ew kuştine.
M.H.yî diyar kiriye têkildarî mijarê 3 hatine desteserkirin û gotiye, Ew kesên ku hatine desteserkirin ne Sûriyeyî ne. Hemwelatiyê Tirkiyeyê ne. Jixwe çeka rehmetî tune bû. Polîsan serî li îfadeya malbata me dan. Ji bo ku em dozê bi şopînin pêwîstiya me bi parêzer û piştgiriya hiqûqî heye”(RT/AY)