Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihanê rojnameya înternetê ya Les Joursê Bertland di 11ê Mijdarê roja Înê ligel nûçegihanê wêneyan ve li Dîlokê hatibû binçavkirin.
Le journaliste Olivier Bertrand arrêté en Turquiehttps://t.co/3fY6frJ93f
— Les Jours (@Lesjoursfr) 12 Kasım 2016
Berpirsa Weşana Giştî ya Les Joursê Isabella Roberts agahiya binçavkirina nûçegihanê xwe şeva înê daxuyandibû û gotibû ku Bertnard bêyî ti sedem nîşan bidin hatiye binçavkirin.
RSF'den E.Önderoğlu: #Gaziantep'de gerekçe gösterilmeden gözaltına alınan @Lesjoursfr sitesi muhabiri OlivierBertrand bırakılmalı @RSF_EECA
— RSF Türkçe (@RSF_tr) 11 Kasım 2016
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault binçavkirina wî nûçegihanê rexne kir û xwest ku ew demildest serbeast were berdan. Sekretê Giştî yê RSFê Christophe Deloire derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da û got: “Hevpîşeyê me yê Fransayî Olivier Bertnard li Dîlokê bêyî nîşandana ti sedemî bi awayekî bêhiqûq hatiye binçavkirin. Ev yek helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî azadbûna medyayê dide nîşan.”
Her du rojnameger piştî demekê serbest hatin berdan lê, nûçegihan Bertnard piştî serbestberdanê hat dersînorkirin. Bertnard şeva yekşemê gihişte Parisê.
82 jours de détention en #Turquie pour l'écrivain Asli Erdoğan, l'une des 34000 personnes emprisonnées depuis juillet. 34000 ! https://t.co/clzlCERsfz
— Olivier Bertrand (@Ol_Bertrand) 8 Kasım 2016
Bertnard di peyama xwe ya di twitterê ya ji bo hevgiriya bi nivîskara girtî Asli Erdogan re de wiha gotibû: “82 roj in nivîskar Asliş Erdogan hatiye girtin. Ji meha Tîrmehê vir ve 34 hezar kesan avêtin zindanan. 34 hezar!”
Rojnamegerên ku li Tirkiyeyê hatine binçavkirin:
*Di 19ê Tîrmeha 2016an de rojnamegerê rûsî Valentin Trushin ku pêvajoya derbekirinê dişopand, hat dersînorkirin.
*Nivîskarê Fînlandiyayî Taina Niemela kuı li Wanê dijiya, di 28ê Avrêla 2016an de hate dersînorkirin.
*Nûçegihanê Yewnanî Georgios Moutafis ku ji Reuters, Bild, Time, El Cezire, Newsweek û CNNê re dixebitî, destûr nedan ku were Tirkiyeyê û li balafirgehê hat dersînorkirin.
*Di 20ê Avrêla 2016an de Mudirê Giştî yê Sputnik Tirkiyeyê Tural Kerimov dema li balafirgehê peya bû ku were Tirkiyeyê, ewil hat astengkirin û piştre hat dersînorkirin û dest danîn ser karta wî ya çapemeniyê jî.
“Di 19ê Avrêla 2016an de rêvebirê ARDê ya buroya Qahireyê Volker Schwenck dema li Balafirgeha Ataturkê peya bû destûr lê nehat dayîn ku were Tirkiyeyê û wî dersînor kirin.
*Di 10ê Cotmeha 2015an de rojnameger Frederike Geerdink ku li Amedê dijiya, hat dersînorkirin.
*Di 20ê Hezîrana 2015an de xebatkarê rojnameya Il Manifestoyê Giuseppe Acconcia û xebatkarê Le Figaroyê Samuel Forey li Rihayê hatin binçavkirin û 2 roj şûnde her du rojnameger hatin dersînorkirin.
*Nûçegihanê Der Spiegelê Andy Spyra di 28ê Adara 2015an de dema dihat Tirkiyeyê li Balafigeha Ataturkê destûr lê nehat dayîn û ew hate dersînorkirin.
*Barzan Îso ku rojnamegerekî Kurd e, ji hêla Wezareta Navxweyî ve weke “kesê nayê xwestin” hat îlankirin. Îso di Avrêla 2015an de dema hevsera xwe re dihat Stenbolê, li Balafirgeha Sabiha Gokçenê hatin astengkirin û piştre hatin dersînorkirin.
(EA/YO)