Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mûrat Kûrûm, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê li Navenda Koordînasyona Erdhejê ya AFADê ya Dîlokê daxuyanî daye çapemeniyê.
Di erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6an ku di 6ê Sibatê de li Pazarcik û Elbistana navçeyên Mereşê pêk hatine de 3 hezar û 381 kes mirine û 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûne.
Wezîr di daxuyaniya xwe de gotiye ku ew ê pêşî karê rakirina kavilan bikin û piştre ji bo kesên xaniyên wan rûxiyane xaniyên demkî peyda bikin û paşê jî ji bo wan kesan xaniyên mayînde saz bikin.
Kûrûm diyar kiriye ku erdhejê bandor li 13,5 milyon welatiyan kiriye û weha gotiye:
“Li Dîlokê 581 avahî hilweşiyane, hezar û 468 kes mirine. Erdhejê rasterast bandor li 10 bajarên me yên li herêmê kiriye.
“Em li herêma erdhejê pêvajoyê 24 saetan dişopînin. Dema em bi taybetî li Dîlokê dinêrin 581 avahiyên me yên hilweşiyayî hene, hejmara miriyên me gihîştiye 468an. 3 hezar û 570 welatiyên me yên birîndar hene, me ew ji bin xirbeyan rizgar kirin.”(AS/AY)