Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr piştî civîna wezîran a li Koçka Çankayayê, bersiva pirsên rojnamegeran da.
Yildirimî got di civînê de ew li ser şerê li Sûriyeyê jî axivîne.
Êrîşa li Dîlokê
Li ser êrîşa li dîlokê serokwezîrî got: ‘’ Hêj ji bo dîyarkirina fa’ilan ti delîl nehatine dîtin. Ev bi tenê texmînek e. Bi gotinên şahidan ev texmîn tê kirin. ‘’
‘’ Mixabin ne rast e ku bi qinaeteka zû em bibêjin kê an kîjan rêxistinê ev êrîş kiriye, ji bo agehdarkirina civakê jî ev yek ne rast e. Hêj ne dîyar e kê kiriye ... zarokek bû an mezinek bû, ew jî ne diyar e.’’
‘’Di bûyerên berê de bi lêkolîneka baş me eşkere kiribû ka êrîşa kîjan rêxistinê ye ez piştrast im ku vê carê jî em ê bibînin.’’
Êrîşa hewayî ya Îsraîlê birî ser Xezzeyê
‘’Em bi zelalî dîyar dikin ku em kuştina sivîlan teswîb nakin. Başbûna têkiliyên me yên bi Îsraîlê re nayê wê wateyê ku em ne digel doza rewa ya xelkê Filistînê ne.’’ (AS/MB)