Girtiyê nexweş Tanhan piştî tehliye bû bi 43 rojan mir
Girtiyê nexweş Cemal Tanhan piştî ku felc bûbû hatibû berdan. Tanhan 43 roj piştî tehliye bû koça dawî kir.

Girtiyê nexweş Tanhan 40 roj piştî tehliye bû koça dawî kir.
Girtiyê nexweş Cemal Tanhan (68) ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de bû. Piştî ku felc bû di 23ê Çiriya Pêşiyê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê û di 27ê Çiriya Pêşiyê de jî sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hat kirin.
Tanhan, di 6ê Çiriya Paşiyê de serbest bû û 43 roj piştre koça dawî kir.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.