Girtiyê nexweş Mehmet Gûvcîn li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê can daye.
Gûvcînê beriya niha bi 7 mehan bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Şirnexê dihate girtin. Ew bi nexweşiya pençeşêrê bû û 2 meh in li Nexweşxaneya navborî dihate dermankirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Gûvcîn wê li Cizîrê, navçeya Şirnexê bê binaxkirin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) li seranserê Tirkiyeyê 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. (FD)