Endamê Koma Aştiyê yê duyemîn Alî Şukran Aktaş ku li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 29ê Cotmeha 1999an de ji Ewropayê hat Tirkiyeyê. Aktaş li Îzmîrê ji ber penceşêrê dihat dermankirin.
Aktaş Îzmîrê koça dawî kir. Cenazeyê Aktaş wê sibê li gundê Darica yê navçeya Akçadag ya Meletiyê bê definkirin.
Alî Şukran Aktaş bi Haydar Ergul, Aygul Bidav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelîk û Dîlek Kurt re ji Ewropayê hatibûn.
Endamên Koma Aştiyê yê duyemîn jî weke Koma Aştiyê yê yekemîn hatibûn desteserkirin û girtin.
Li 8 endamên Koma Aştiyê ku li Stenbolê hatin darizandin, ji 7 heta 15 salan cezayê girtîgehê hatin birîn.Aktaş ku di sala 2005’an de ji girtîgehê derket, di dozekî ku dihat darizandin de bi hinceta “potansiyela propagandaya rêxistinê” 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Aktaş piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, di 4ê Cotmeha 2013an de dîsa ket girtîgehê û 9 meh û 10 roj di girtîgehê de ma. Aktaş ê piştî ji girtîgehê derket têkoşîna aştiyê domand.
Di 2emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Aştiyê de ku 29ê Çileya 2020an hat kirin, ji bo Endamtiya Lijneya Çavderiyê ya Waqfê hat hilbijajrtin.