Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê nexweş Şakîr Tûranê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihate dermankirin, can daye. Tûranê 70 salî bi nexweşiya penceşêra qirikê bû û bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Şakîr Tûran li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Erzînganê dihate girtin ev hefteyeke li nexweşxaneyê bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kurê Tûranî, Abdûrrahman Tûranî got ku girtiyan ew agahdar kiriye û piştî vê agahdarkirinê di 25ê Tebaxê de çûye Erzînganê lê destûr nedane wî ku ew bavê xwe bibîne.
Tûranî diyar kir ku wan hewl da li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucekê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimî ya Erzînganê ji bijîşkan agahiyan bigirin lê kesekî agahî neda wan: “Bi saya hewldanên parêzeran, min di 28ê Tebaxê de bavê xwe dît. Dema nû ketî girtîgehê 75 kîlo bû. Lê dema min dîtî bûbû 40 kîlo. Nedikarî bimeşe, bi zor û zehmetî diaxivî. Bi kursiya biteker dihat û diçû. Nedikarî pêdiviyên xwe pêk bîne. Daxwaza me ya kesek li bal bimîne jî qebûl nekirin. Destûr nedan.”
“Xatir ji me xwest”
Abdûrrahman Tûranî got ku bavê wî serê vê sibehê saet di 07.30an de can daye: “Di hevdîtina dawî de min û bavê xwe ji hev xatir xwest. Li jêrzemîna nexweşxaneyê di odeyeke bi ritûbet de dihat ragirtin. Bi zor û zehmetî diaxiviya. Cihê lê dihat girtin pir xerab bû. 6-7 leşker li ser serê me bûn. Piyên wî mîna cemedê bûn. Min xwest goreya wî bikim piyê wî, lê destûr nedan. Weke ku bavê min niha wê bireve, wisa li ser serê me disekinîn. Bavê min yek bi yek xatirê xwe ji me tevan xwest. Ji me re got: ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min yek gav paşve neavêt’.’”
Cenazeyê Tûranî şandin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê û cenaze dê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bê definkirin.
OHDyê serdana wî kiribû
Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 28ê Tîrmehê de çûbû serdanê û raporek amade kiribû. Di rapora xwe de wiha gotibû: “Girtî Şakîr Turan 70 salî ye û bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bûye. Ji ber nexweşiya wî divê parêzê bike lê xwarinên ji bo parêzê nadine wî. Ji bo biçe endoskopiyê 2 mehan hatiye sekinandin, nehatiye dermankirin, dengê wî êdî ketiye rewşeke wisa ku nayê bihîstin, nikare ji nav nivînên xwe derkeve. Malbata wî li Antalyayê dijî, 3 kur û 3 neviyên wî astengdar in. Lewma di hatina serdanan de zehmetî tên kişandin. Ji ber vê yekê xwestiye sewqî Antalyayê were kirin lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirn. Tevî rewşa wî ya giran jî înfaza wî nehatiye taloqkirin.”
Bi kêmanî 81 girtî mirin
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD), li Tirkiyeyê hîna 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
Di sala 2022yan de bi kêmanî 81 girtî mirin. (NT/FD)