Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên tehliyekirina wan tê derengxistin, li Amedê di roja xwe ya 336an de dewam kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, xizmên girtiyan çûne ber avahiya Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê û li vir careke din daxwaza serbestkirina girtiyan kirine.
Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî, Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûne.
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan axiviye. Boltanê diyar kiriye kukêmek ma ye çalakiya wan salekê li pey xwe bihêle : "Lê heta niha jî tu bersiveke erênî nedan me. Me tiştekî mezin ji wan nexwestiye. Tekane daxwaza me mafên zarokên me ne. Zilmê li girtiyên nexweş û hemû girtiyan dikin. Demek berê ez bi kurê xwe re axivîm û got ku hevalên wî ketine greva birçîbûnê. Mafên wan tên binpêkirin lewma dikevin greva birçîbûnê. Em li vir dîsa dubare dikin ku dê dev ji doza zarokên xwe bernedin." (AS/FD)