Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Reyhan Yalçindag, parêzera parlamentera berê ya HDPyê, Aysel Tûglûkê serî li Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) daye.
Aysel Tûglûk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketibû û Saziya Tiba Edlî (STE) sê caran rapor ji bo wê nivîsandibû û gotibû ku "ew dikare li girtîgehê bimîne."
Yalçindag ji bianetê re got ku wan wan tevî raporên Fakulteya Tipê ya Çapayê ya Zanîngeha Stenbolê, TIHVê û çendîn nexweşxaneyan ji bo rewşa Tûglûkê dane, serî li TTBYê dane û ew li bendî rapora pisporan e.
Yalçindagê derbarê rewşa dawî ya Tûglûkê de jî got: "Rewşa Aysel Xanê ev meheke gelekî xirabtir bû. Dema hevdîtinan bi parêzer û malbatê re dike, ev gelekî zelal xuya dike. Asta wê ya bîranînê gelekî kêm bûye, dema parêzer dokumena erkdariyê pê didin îmze kirin jî nikare îmze bike. Gelekî bi dereng dixe."
Bixwîne - Bekîr Bozdag: "Em ê rewşa Aysel Tûglûkê gotûbêj bikin"
Bekîr Bozdagî daxuyanî dabû
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî di kanaleke televizyonê de gotibû, "Em ê rewşa Tûglûkê di 16ê Îlonê de binirxînin." Me ev bibîra Yalçindagê xist. Yalçindagê ji bo vê got: "Piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî bi rojekê çû Saziya Tiba Edlî lê ji xwe bêyî daxuyaniya Wezîrî wê biçûya.
"Ji lewre em li dijî rapora STEyê derketibûn her weha Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya demkî ya meha Tebaxê de daxwaza me ya tehliyekirinê nepejirand lê ji bo mafê wê yê tendûristiyê pêk bê, biryar da ku her sê mehan yan jî gelek caran li ser hev zanyariyan bidin Dadgeha Destûra Bingehîn. Ji ber van hemû sedeman diviyabû ku biçe STEyê, yanî ne ji ber daxuyaniyên Wezîrî çû."
"Sê hefte derbas bûn STEyê hîna rapor amade nekiriye"
Yalçindagê diyar kir ku sê hefte di ser şandina Tûglûkê ya STEyê re derbas bûye lê hîna rapor amade nekirine:
"Em zelal in ku STE saziyeke siyasî ye û raporên amade dike jî siyasî ne. Em naxwazin biryarê derbarê rewşeke ku nîne de bide.
"Îro me bi biryarnameya Serokomarî re careke din dît ku helwesta STEyê mîna helwesta Serokomarî ye. Serokomar ji bo tawanên edlî de mafê xwe yê Destûra Bingehîn dide wî, bikar tîne û efû dike, lê li hêha din ji bo girtiyên nexweş ên siyasî heman mafê destûrî bikar nayne.
"Mînak, ji bo Mehmet Emîn Ozkanê 85 salî yê rewşa wî gelekî gelekî giran dibêje 'dikare li girtîgehê bimîne'. Serokomar jî Mehmet Emîn Ozkanî nabînî. Yanî ji bo mirovên mixalif, dewlet hiqûqa welatîtiyê jî nas nake."
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû.(RT/FD)