Li Şirnexê di hilbijartina 31ê Adarê de dema dengdêrên veguhestî ji bo dengdayînê li ber Dibistana Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl ketibûn rêzê, welatiyê bi navê Suleyman Salgucak bi gotina ‘Biaxive, tu ji kû yî?(Konuş, sen nerelisin?)’ bertek nîşanî wan dabû.. Derbarê Suleyman Salgucakî de bi tohmeta ku “Li dijî qanûna hilbijartinê muxalefet kiriye” û “dengdayîna hilbijêran asteng kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.
Salgucak îro bi parêzerê xwe Samet Ataman re îfade da. Di îfadeyê de ji Salgucak pirsên ku “dengê xwe li kîjan dibistanê daye, bi kê re çûye Dibistana Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl, ji kê fermana gotina 'biaxive. tu ji ku yî’ girtiye û kesên pê re kî bûne, hat kirin.
"Min heqaret nekir, tenê pirs lê kir
Salgucak di ifadeyi xwe de diyar kir ku wî heta niha di hemû hilbijartinan de li Dibistana Navîn a Tumgeneral Omer Keçecigil dengê xwe daye lê di vê hilbijartinê de li dibistaneke cuda dengê xwe daye.
Salgucak got, “Vê carê li ber vê dibistanê otobusên ku plaqeya Şirnexê lê nebûn, hebûn. Wî bi fikra ku yên hatine dengdanê ji derve hatine, pirsa: “Biaxive, tu ji ku yî? kirî. Haya min jê tunebû ku bûyer di medyaya civakî de cih girtiye. “Min ji yên hatibûn re dijûn, heqaret nekir û kevir neavêt wan kesan, min bitene ji wan pirs kir.
Parêzer Samet Ataman derbarê lêpirsînê de ji bianetê re axivî û diyar kir ku di îfadeya muwekîlê wî de tu îfadeya ku bibe mijara sûc tune ye.
Ataman axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bê hiqûqî ewe ku dema li holê sûcek hiqûqî tunebe û li ser îxbarê ji bo îfadeyê bang li kesek bike ye. Bi îdiaya ku mixalifî ji qanûna bi hejmar 298an kiriye lêpirsîn tê destpêkirin, lê em nizanin ku li dijî kîjan madeyê û gotinê mixalifî kiriye. Suleyman Salgucak heta îro di hemû hilbijartinan de li wê dibistanê dengê xwe dide. Lê di vê hilbijartinê de wî, cîranên wî û şêniyên taxê ji bo dengdayînê dişînin dibistanek din. Li vê dibistanê peywirdarên sindoqan û hilbijêrên ku ji derve anîne deng didin. Bertek nişandana mirovan ji bo vê rewşê gelek xwezayî ye. Ti rewşeke ku rê li ber dengdêran girtibe nîne, tenê bertek heye û ev yek jî wekî sûc nayê hesibandin."
(RT/AY)