13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Can Atalay cara duyem bi cih neanî dosya dîsa ji Dadgeha Bilind re şand. Dadgeha Destûrê cara duyemîne ji bo dosyeya Atalay biryara binpêkirinê dide.
Piştî biryara bi hincet a Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ku duh di Rojnameya Fermî de hat weşandin, heyeta 13emîn Dadgeha Cezayê Giran di destpêka saetên xebatê de ji bo biryarê bide civiya.
Civîna heyetê bi qasî 10 saetan dewam kir û heyetê biryar da ku wê dosyeyê dîsa bişînê 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind.
Dadgehê di biryara xwe de, hinceta ku di yekem biryara binpêkirinê de daye esas girt û destnîşan kir ku çavkaniya biryara binpêkirinê Dadgeha Bilind e.
(AY/RT)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir

Aysel Tûglûk serbest bû
