Kesên êrişî avahiya CHPê kiribû serbest bûne
Di çarçoveya êrişa çekdarî ya li dijî avahiya CHPa Stenbolê de 4 kesên hatibûn desteserkirin, 3 jê bi şertê kotnrola edlî hatine berdan. Derbarê gumanbarê fîrarî de jî biryara zeftkirinê hatiye dayîn.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 6ê Nîsanê de li dijî avahiya CHPê ya Stenbolê êrişa çekdarî pêk hatibû. Di çarçoveya êrişê de ji 5 êrişkaran 4 êrişkar hatibûn desteserkirin.
Piştî karûbarên îfadeya li emniyetê her çar êrişkar jî birine Dadgeha Stenbolê ya li Semta Çaglayanê.
Ji êrişkaran Anil O. piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Arif P., Berkan O û Ferhat E. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî derbarê her sê êrişkaran de biryara berdanê daye. (HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.