Dadgeha Destûrî: Mafê Dîlan Alpê hatiye binpêkirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryareke xwe de diyar kiriye ku mafê Dîlan Alpê hatiye binpêkirin.
Di 1ê Gulana 2013an de li Tarlabaşiya Stenbolê polîsan bi guleya rondikrêj Dîlan Alp birîndar kiribû.
Dîlan Alp, di sala 2013an de xwestibû beşdarî pîrozbahiyên 1ê Gulanê bibe. Wê gavê ew 17 salî bû. Wê biketa ezmûna zanîngehê. Dema polîsan midaxele lê kir, qehfikê sere wê şikestibû. Du caran emeliyat bûbû û bi salan hatibû dermankirin.
Saziya Kontrolkirinê ya Dewletê di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2013an de biryar dabû û gotibû ku destwerdana polîsan him ne li gorî hiqûqa navnetewî him jî ya netewî ye. Waliyê wê deme Huseyîn Avnî Mûtlûyî bi gotina “endama rêxistinê ya marjinal e” û ew weke hedef nişan dabû.
Piştî 5 salan biryar daye
Dîlanê ji ber van daxuyaniyên Walî Mûtlûyî doz li wî vekiribû û 10 hezar TL cezayê pereyan li wî dabû birîn. Her weha ji ber vê bûyera ku Dîlan tê de bûye mexdûr, dozgeriyê lêpirsîna Dîlanê kiribû lê di encamê de gotibû ku çalaki ne dijyasayî ye.
Dîlanê di Hezîrana 2018an de li dijî Wezareta Karûbarên Navxweyî doz vekiribû û Dadgeha 10an a Îdareyê ya Stenbolê daxwaza tazmînatê ya Dîlanê nepejirandibû. Lêpirsînnameya ku ji bo polîsan hatibû amadekirin jî di 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de bêencam mabû.
Gulîzar Tûncer, parêzera Dîlan Alpê li dijî vê biryarê serî li dadgeheke din dabû lê ew daxwaza wê jî nehatibû pejirandin. Tûncerê jî di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Piştî ku Tûncerê serî li Dadgeha Destûrî da bi 5 salan Dadgehê biryar daye. Dadgehê biryar daye ku qedexeya eziyetkirinê ya li ser Dîlanê hatiye binpêkirin.
Dadgehê her weha di biryara xwe de gotiye ku mafê pêkanîna civîn û meşên xwenîşandan jî hatine binpêkirin.
Parêzer Gulîzar Tûncerê got ku, “Heta îro doz li van polîsên ku sûcên giran li dijî Dîlanê kirine venebûye. Pirsgirêka herî girîng ev e.”
Dadgeha Destûra Bingehîn di heman biryarê de behsa qedexeya çalakiyên 1ê Gulanê yên li Taksîmê yên wê demê kiriye û gotiye ku “Digel ku bê destûr bûn, lê xwenîşandanên aştîyane bûn.” (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
