23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

23emîn Meşa Şeva Feminîstan di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de pêk hat. Jin û LGBTÎ+ li Kolana Siraselvîlera Taksîma Stenbolê kom bûn.
Meş wê saet di 19:30an de dest pê bike. Jin û LGBTI+ di bin dirûşma “Têkoşîna me ya femînîst jiyana me û cîhanê diguherîne” li hev kom dibin û daxwazên xwe yên mafan tînin ziman.
Bê navber dirûşmên "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" û "Bijî têkoşîna me ya femînîst" hatin berzkirin.
#8Mart2025 | İstanbul'da kadınlar ve LGBTİ+'lar cinayetlere, homofobiye, hak gasplarına, emek sömürüsüne ve güvencesizliğe 'isyan' ediyor.
— bianet (@bianet_org) March 8, 2025
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/u5Q30AJEs8
Alaya 'Serhildana Femînîstan' hat hildan
Li ber Feminîst Mekanê ku li Kolana Tel a Beyoglûyê ye ala "Serhildana Femînîstan" hat hildan.
Jin û LGBTÎ+yan bi çepik û tilîliyan dirûşma "Bijî têkoşîna me ya femînîst" berz kirin.
#8Mart2025 | Beyoğlu Tel Sokak'ta bulunan Feminist Mekan'ın önünde, "Feminist İsyan" bayrağı açıldı.
— bianet (@bianet_org) March 8, 2025
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/OTz4r04p01
Mafparêza femînîst Nîmet Tanrikûlû ku di 4ê Adarê de piştî 94 rojan ji girtîgehê hat berdan, li ber Femînîst Mekanê bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Li Siraselvilerê kom dibin
Agahiyên derbarê meşê de li ser hesabê Xê yê Meşa Şeva Femînîstan a 8ê Adarê hat dayîn:
"Di encama hevdîtinan de rêyên ji Firuzagayê hêdî hêdî û bi kontrol tên vekirin. Ji bo kom bûna me ya li Siraselviler tu astengî tuneye. Ji bo Karakoyê jî Defterdar Yokuşû wê bê vekirin.”
"Em ê rêyek ji bo kom bûnê bibînin"
Beriya meşê polîsan hemû rêyên ku diçin Taksîmê bi barîkatan girtin. Her wiha çûn û hatina bi metroyê ya Taksîmê jî hate astengkirin.
Di peyama li ser hesabê Xê ya Meşa Şeva Femînîst a 8ê Adarê de weha hat gotin: "Dibe ku wê hewl bidin ji bo em kom nebin çûn û hatinan rawestînin û her cihî bigirin. Em ê weke her sal astengiyan derbas bikin û bi awayekî rêyek ji bo kom bûnê bibînin."
Derbarê Meşa Şeva Femînîstan de
Meşa ku cara yekem di sala 2003an de pêk hat, her sal bi armanca parastina mafên jin û LGBTI+yan û têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî bide xûyakirin tê lidarxistin. Di meşê de li dijî newekheviyên civakî dengek xurt tê bilindkirin û careke din daxwazên maf û azadiya jinan tîne rojevê.
(EMK/VC/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine
