Doza Saraçhaneyê: Dosyayên 12 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene hatin cûdakirin

Rojnameger Bulent Kiliç, Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun, Hayri Tunç û Emre Orman ji ber ku çalakiyên ji bo girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şopandibûn derbarê wan de bi îdiaya ku “beşdarî civîn û meşên derqanûnî bûne" doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 62emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê dest pê kir.
Parlamenterên CHPê Gokçe Gokçen û Sezgîn Tanrikûlû jî danişînê dişopînin. Her wiha nûnerên DÎSK Basin Îşê û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê jî dişopînin.
*Fotograf: Hîlmî Hacaloglû
Di doza ku bi giştî 99 kes tên darizandin, ji ber ku hejmara bersûcan zêde ne û salona dadgehê piçûke bû danişîn li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk tê.
Danişina dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji parêzerên MLSAyê Veysel Ok di destpêkê de axivî û nasnameyên rojnamegeran nîşan da û got ku divê demildest rojnameger beraat bikin. Parêzerên xwendekaran jî gotin, "Li vir tu sûc nîne. Ev dosya dosyaya beraetê ye. Sûc nîne ku were darizandin. Li vir hewcedarî bi darizandina 3 rojan nîne. Ji ber ku li vir sûc nîne. Delîl tune. Pêşî em daxwaz dikin ku hûn biryara beraetê bidin."
Dozger nêrîna xwe ya ji bo berdewamkirina dozê anî ziman. Dadgehê biryara xwe aşkere kir ku danişîn dê berdewam bike. Di danişînê de di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de nîqaşa devkî derket. Li ser vê yekê heyeta dadgehê navber da, kesên li salona dadgehê jî bi çepik û sloganan dadgeh protesto kirin.
Parêzeran daxwaz kiribûn ku dosyayên rojnamegeran ji yên din cûda bike û heyeta dadgehê li ser vê yekê dosyayên 8 rojnameger û 4 parêzeran ji hev cuda kir. Di demên pêş de wê roja danişîna 12 kesan bê diyarkirin.
90 kes li 65emîn Dadgeha Cezê û Asliyê tên darizandin
Yekemîn danişîna 90 kesên ku bi îdiaya "Binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" tên darizandin li 65emîn Dadgeha Cezê û Asliyeyê ya Stenbolê pêk tê.
Polîsan li Edliye dorpêç kirine
Derdora edliyeyê ku danişîn lê tên kirin ji saetên sibehê ve di bin dorpêça polîsan de ye. Rojnameger û bersûc di ketina edliyeyê hatin astengkirin. Barîkatên polîsan piştî nîqaşên devkî hatin rakirin. Yek ji xwendekarên bersûc hat desteserkirin û piştî ku serbest bû danişînê dest pê kir.
Beriya danişînê Platforma Hevgirtina Dê û Bavan û xwendekaran daxuyanî dan çapemeniyê û edalet xwestin.
(EMK/AY)
"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû
