Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

Danişîna doza femînîsta sosyalîst û yek ji damezrînera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikûlûyê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat.Tanrikûlû bi îdiaya ku "endama rêxistinê ye" tê darizandin.
Dadgehê biryara tehliyeya Nîmet Tanrikûlûyê da û danişîn taloqî 22ê Nîsanê kir.
Hejmarek zêde parêzeran danişîn şopandin. Dema Tanrikûlû ket salonê kesên ku ji bo piştgiriyê hatibûn li çepikan dan.
Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya li Tirkiyeyê, gelek parêzvanên mafên mirovan, Kolektîfa Femînîst a Aralikê, Jin Bi Hev re Bi Hêz in, nûnerên TIHVê, Dayikên/Mirovên Şemiyê, akademîsyen, siyasetmedar, aktîvîst, Ahmet Şik, Fîlîs Kerestecîoglû, Oya Ersoy, Zuleyha Gulum û Huda Kayayê danişîn şopandin.
"Polîs di rê de heqaret li min kir"
Nimet Tanrikûlûyê di parastina xwe de destnîşan kir û got:
"Ez ji aliyê gelek polîsan ve li mala xwe hatim desteserkirin. Ez li gel dayîka xwe hatim desteserkirin û tevî ku min got ez dikarim biçim emniyetê û îfadeyê bidim, daxwaza min qebûl nekirin. Min xwest ez telefonî parêzera xwe Eren Keskînê bikim, lê ji bo vê jî astengî çêkirin. Ji min re gotin ku em ê te bibin Enqereyê û di rê de heqaret li min kirin.”
"Weke mînak, di dema kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê de divê mêr nekeve hundir. Lê mêrek ket hundir ku ez hîn bûm ji TEMa Enqereyê ye. Ji wê kêliyê û pê de rêwîtiya min hîn zihmettir bû, bi domdarî rastî heqaretan hatim. Dema ku kesên di saetên sibehê de bi ser mala min de girtin, min hiqûq bibîra wan xist. Lêbelê gotin ku 'mafê çi!, hiqûqa çi!, hiqûq jî em in edalet jî!’”.
Tanrikûlûyê destnîşan kir û got, "Ez jiyana xwe li ser derewan ava nakim; ez parazvana mafên mirovan im, femînîst im. Têkoşîna mafên mirovan bi awayekî vekirî û zelal dimeşînim, ti xebatek veşartî nakim. Niha jî pêvajoyeke aştiyê tê meşandin. Ez vê bi nirx dibînim. Ez tehliyeya xwe dixwazim."
Piştî Tanrikûlûyê parêzera wê Eren Keskînê li dijî îddianameyê parastina miwekîla xwe kir.
Heyeta dadgehê biryar tehliyeya Tanrikûlûyê da û danişîn taloqî 22ê Nîsanê kir.
Tanrikûlû di 26ê Mijdara 2024an de li Stenbolê hatibû desteserkirin. Heman rojê birin Enqereyê. 4emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Enqereyê di 29ê Mijdarê de bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” Tanrikûlû jî di nav de biryara girtina 8 kesan dabû.
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
